Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, bi piştgirîya koalîsîyona navnetewî, çend lîdêrên koma DAÎŞ-ye têrorîstî li nehîya bajarê Hesekê kuştine û girtine. Derheqa wê yekêda nava elametîya dêpartamênta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye dewletêda hatîye gotinê.
“Bi saya hevkarîya tevî Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û hêzên koalîsîyona navnetewî, lîdêrên DAÎŞ-ê hatine girtinê, yan jî kuştinê, yên ku cêribandibûn endamên DAÎŞ-ye girtî bidine azakirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî ev bûyar didine kifşê, wekî bona serkeftina hindava DAÎŞ-da piştgirîya koalîsîyona navnetewî pêwîste.
Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bangî hevkarên koalîsîyonê dike, ku qewilên girtîyaye hûmanîtarî bidine milahîmkirinê û welatîyên ku li wir girtîne, paşda vegerînin li welatên wan.