
Xebata bona zeftkirina bilindbûna biha serokê banka Merkezî baş qîmet dike.
“Heger sala derbazbûyî me gav neavîtana û ew gav bona pêşerojê nîbûna, wî çaxî bilindbûna biha wê ne ku bona xurek bighîşta 12 selefî, lê bi tomerî ewê bighîşta 15 selefî û tenê bona xurek ewê ji 2O selefî derbaztirbûya”-, serokê banka Ermenîstanêye Merkezî Martîn Galstyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî bi texmîn, dawîya salê, bilindbûna biha wê bighîje ji pênca hetanî 5,5 selefî.







