SerekeSîyasî

Nava encamên agrêsîya tirkada çar şerkar û pênc binelîyên sîvîl hatine kuştinê

Merkeza prêssayê, ya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elametî belav kirîye, kîjanêda derheqa encamên êrîşên tirkaye şevda hatine raberkirinê.Hêzên Sûrîya Dêmokratîk ew elametî malpera xweda raber kirine, kîjanêda hatîye gotinê:

“Êrîşên têrorîstên DAÎŞ-ye  ser hebsa li Hesekê bi hevkarîya tevî tirka hatibû plankirinê.Salvegera azadarîya Kobanêda hêzên me pêşîya wan êrîşa girtin. Bona ku krîzeyê li nehîyên me sazkin, ev êrîş bi alîkarîya  çekdarên piştgirên Tirkîyayê hatine mîyaserkirinê. Nenihêrî wê yekê, wekî ew negihîştine armanca xwe, 1-ê sibatê koalîsîyona navnetewî têrîtorîya hewê bona Tirkîyayê da vekirinê. Êvarê seheta deha, wextê ku eskerên tirka derbên avîyasîyon gîhandine nehîya nêzîkî Dêrikê, rûyê çida stansîya êlêktrîkî hate wêrankirinê û çar şerkarên me şihîd ketin. Pênc binelîyên sîvîl birîndar bûne.

Li ber çevaye, wekî ew êrîş bêyî koalîsîyona navnetewî neqewimîne.Hêzên koalîsîyona navnetewî bêdeng bûne.

Emê xwe biparêzin û emê li ber wan êrîşa bêdeng nemînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button