H’emû nûçeSereke
Adirbêcan Google da dijî navên ermenî şerkarîyê dike
Hevaltîya Adirbêcanêye miletîyê «Azêrkosmos» dewê ji Google ê dike ku li ser xerîtên êlêktronî dewsa navên ermenî, navên azêrî daynin. Merkeza bêqezîyabûna êlêktronî, ya wezîreta Adirbêcanêye transportê tevî Google ê hevraxeberdana derbaz dike, wekî nava sîstêmên mayînda jî wê yekê bikin. Doktorê akadêmîyayê, xerîtzan Rûbên Galêçyan jî dibêje, wekî navên cîha li her welatekî jî dikarin biguhêrin, heger ew cî bi navnetewî hatine naskirinê çawa beşên wî welatî.Bo wê yekê jî bona Adirbêcanê ev yek wê hêsa nîbe.