Aûstrîya tevî Ermenîstanê bo kûrkirina hevkarîyê hemû alîyada hewaskare:Alêksandr Şalênbêrg
Serokwezîr Nîkol Paşînyan dêlêgasîya bi serkarîya wezîrê Aûstrîyayêyî karên der Alêksandr Şalênbêrg , ya ku li Ermenîstanêye,qebûl kirîye.
Serokwezîr seredana Şalênbêrge li welatê me silav kirîye, guman elam kirîye ku ew ji bo pêşdaçûyîna pêwandîyên ermenîya-aûstrîya gaveke girînge.Ewî daye kifşê, wekî îsal orta Ermenîstanê û Aûstrîyayê 3O salîya hevkarîya dîplomatî demam bûye, orta herdu welatada potênsîyala mezin heye bo hevkarîya di navbera herdu welatada.
Alêksandr Şalênbêrg jî daye kifşê, wekî tevî hevalkarê xweyî ermenî hevraxeberdanen baş derbaz kirîye û daye kifşê, wekî Aûstrîya dixweze bi hemû rîya tevî Ermenîstnê hevkarîyê bike.Wezîrê Aûstrîyayêyî karên der hevkarîya êkonomîkî girîn hesab kirîye û gotîye wekî bona bîznêsmênên Aystrîyayê mecalên învêstîsîyon hewaskarin.
Nîkol Paşînyan û Alêksandr Şalênbêrg usa jî derbazî li ser pirsa li Qafqasîya Başûr, pirsgirêka Qerebaga Çîya, pêwîstîya Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê bûne.