H’emû nûçeSereke

Rûsîyayê li Qerebagê awqas wede bimîne, çiqas li wir ermenî dijîn

Rûsîyayê li Qerebagê awqas wede bimîne, çiqas li wir ermenî dijîn. Derheqa wê yekêda pêşezanê leşkerî Vladîmîr Yêvsêêv gotîye ArmÎnfo-ê.

“Em fem dikin, wekî pêrspêktîvên hazirîya meye li Qerebagê berê ewlin girêdayîne wê yekêra, ku binelîyên ermenî li wir biparêzin. Bin vê ronahîyêda jî bona Rûsîyayê roja îroyîn ew yek girîng nîne ku li Bekûyê çi dibêjin û çi difikirin. Ya girîng ewe, ku gelo ermenîyê Qerebagê dixwezin li malên xwe bimînin û bijîn.Heger ew dixwezin welatê xweda bijîn, wî çaxî aşîtîparêzên me jî wê li wir bimînin. Bekûyêra wê li hev neyê aşîtîparêza mecbûrkin ku ew ji wir derkevin”,-ewî gotîye.

Bi şirovekirina derheqa wê yekêda ewî gotîye, wekî êrîşa azêrîyaye bi sirê, ya li ser sînorên Ermenîstanê ne nêzîkî wê fikirêye, ku diqewime êrîşkirin hebe.Bi xeberdana derheqa berjewandîyên Moskvayêda, pêşezan gotîye, wekî li Qafqasîya Başûr tifaqdara Moskvayê Yêrêvane, lê ne ku Bekûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button