H’emû nûçeSereke

27 pira, 5 tûnêl: beşa rêya bakûr-başûr ya Sîsîyan-Kacaranê

Wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya Ginêl Sanosyan derheqa beşa rêya bakûr-başûr, ya Sîsîyan-Kacaranê xeberdaye. Ewî gotîye,wekî ew bername ya bi masştaba mezine.

Temamîya dirêjaya rêya bakûr-başûr 56O kîlomêtre, lê 6O kîlomêtr beşa here dijware. Niha bi rêya ji Sîsîyanê berbi Kacaranê avtomaşîne li ser lezbûna 5O kîlomêtr sehetekêda diçin. Lê heger ew rêya nû bê çêkirinê, wî çaxî ew lezbûn wê bighîje 1OO kîlomêtr sehetekêda, bi wî cûreyî wedê wê rê wê du seheta kêmbe. Ewê bibe rêya anegorî normên wedê niha, Ginêl Sanosyan gotîye.

Wezîr serda zêde kirîye, wekî ev beşa rê wê ya nûbe, li kîderê 27 pirayên bi dirêjaya 4,7 kîlomêtra wê hebin. Beşên tûnêla jî wê hebin, yên ku ji 12 kîlomêtra zêdetirbin. Bi tomerî hildayî wê pênc tûnêl hebin, ji kîjana  dirêjaya tenê yekê wê 8,6 kîlomêtirbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button