Herêma Kurdistanê wê hilbijartinên parlamêntîyêye şeşemîn wedê xweda bide derbazkirinê.Derheqa wê yekêda serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî gotîye.
Têma derheqa vê yekêda wextê hevdîtina Mesûd Barzanî û baylozê Îtalîyayêyî li Îraqê Maûrîsîyo Grêgantî hatîye gotûbêjkirinê.Wextê wê hevdîtinê fikir dora bûyarên sîyasî û yên nava bêqezîyabûna Kurdistanê û Îraqêda hatine gotûbêjkirinê.
Baylozê Îtalîyayê bona şerkarîya pêşmergaye dijî têrorîzmê razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî çawa endama koalîsîyona navneteweyî Îtalîyayê piştgirîyê berdewam bike.Xeberdan usa jî derheqa pêwandîyên Hewlêrê û Romayêda çûye.