H’emû nûçeSereke

Hevkarîya tirka-azêrîya dikare bi meremê okûpasîyakirina Syûnîkê, halê dora Ûkraînayê sazbyî bide xebatê

Hevkarîya tirka-azêrîya dikare bi meremê okûpasîyakirina Syûnîkê, halê dora Ûkraînayê sazbûyî bide xebatê. Derheqa wê yekêda serokê înstîtûta dîrokzanîyê, Aşot Mêlkonyanê akadêmîk gotîye.

“Nava halê ku dora Ûkraînayê saz bûye Tirkîya piştgira Rûsîyayê nîne. Bi fikira min, hevkarîya tirka-azêrîya, berê ewlin Tirkîya wê pêvajoya sed sal pêşda destpêkirî bixwze ser hevda bîne. Berê ewlin şerê li Ûkraînyayê wê Rûsîyêyî zeyîfke. Piştî wê yekê tu tişt wê dijwarîya pêşda nyne, ku tirk bixwezin bikevine Syûnîkê û nava encamê wê yekêda Îranê tenê bimîne, rûyê çida jî halê li Ermenîstanê wê dijwarbe”,-Mêlkonyan gotîye.

Aşot Mêlkonyan hêvîdare, wekî Enqere û Bekû wê aqilmendîyê bidine kifşê, çi jî wê îzinê bide ku ji ketina li topraxa Ermenîstanê dûr bimînin. Bi fikira wî, wî çaxî Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv gerekê bişuxule, çimkî heger usa nebe, ew gerekê çawa sîstêma leşkerî- sîyasî belav bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button