H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn bi têlefonê qise kirine
Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn qise kirîye.
Wextê qisê halê dora Qerebagê hatîye gotûbêjkirinê û paşê derheqa hersê elametîyên sêalîda xeberdan çûye.Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn usa jî derheqa berbirîbûna Ermenîstanêye berbi koma Mînskê xeberdane, ya ku derheqa teşkîlkirina hevraxeberdanên dora peymana aşîtîyêdane.
Serokên Ermenîstanê û Rûsîyayê fikir dora dîyaloga ermenîya-tirka, bûyarên li herêmê û halê li Ûkraînayê sazbûyî pevguhartine.
Usa jî pirsên derheqa seredana serokwezîrê Ermenîstanêye zûtirekêye li Rûsîyayê hatine gotûbêjkirinê.