SerekeSîyasî

Li Ayn Îsayê û Girê Sipî teribandina mafên zaroka zêde dibe

Îdara Girê Sipî ya ku parastina pirsên zarokava mijûl dibe, elam kirîye, wekî ji alîyê leşkerên tirka û kirêkirîyên wanda hindava zarokada li Ayn Îsayê û Girê Sipî gelek xirabkarî tên mîyaserkirinê.

Eskerên tirka û kirêkirîyên wan bajara û gunda didine ber topa û gula.Rûyê  wê yekêda zîyana mezin dighîje meriva. Nava encamên topbarankirinên tirkada gelek binelîyên  edil, nava wanda usa jî zarok tên kuştinê û birîndarkirinê. Îdara parastina zaroka şedetîyên wî cûreyî raber kirine, yên ku derheqa xirabkarîyên li nehîyên Girê Sipî û Ayn Îsayêdanin. Îdare raportên xweye derheqa wê yekêda dişîne organîzeyên navnetewî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button