H’emû nûçeSereke
Gerekê li Qerebagê maf û azayên cimeta Qerebagê hebe: serokwezîr

Nîkol Paşînyanê serokwezîr 13-ê nîsanê li parlamêntê, wextê raberkirina pêvajoya mîyaserkirina bernama hukumatê û encamên wê, cêrge elametî belav kirin û hinek zelalkirin raber kirin.
“Em bona xweykirina Ermenîstanê û Arsaxê rê vedikin”,- dawîya axaftina xweda Paşînyan gotîye.
Bi gotina serokwezîr hinek meriv difikirin ku cimeta Qerebagê rojekê zû der bikevin.
“Na xêr, cimeta Qerebagê ji Qerebagê dernakeve. Cimeta Qerebagê gerekê li Qerebagê bijî, li kîderê gerekê maf, azayî û statûsa wê hebe. Eve gotina min”,-Paşînyan gotîye.
Serokwezîr gotîye wekî bona wê yekê leşker bûne cangorî ku bona Qerebagê û Ermenîstanê pêrspêktîv vebe.
“Me rê vekirîye ku em cimeta xwe ji statûsa qurbanîyê bidine derxistinê”,-Paşînyan gotîye.