Lîdêrên Herêma Kurdistanê cejina mesîhîya pîroz kirine û nava pîrozbahîyên xweda derheqa pêşkeftina kûltûrayê û azaya dînîda dane dîyarkirinê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dîayspora mesîhîya pîroz kirîye û ew yek îzbat kirîye, wekî cimeta Kurdistanê piştgirîya heyîna çandî û azaya dînî dike.
“Em bi qedir nêzîkî rol û hazirîya xwîşk û birayên xweye mesîhî dibin, çimkî ew çawa beşeke kevinar û êtnîkîye li Kurdistanê û Îraqêne. Nava temamîya dîrokêda ew bi aktîvî tevî çêkirin, parastin û pêşkeftina welêt bûne”,-Nêçîrvan Barzanî gotîye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî mesîhî pîroz kirine.
Ez xwestinên xweye here germ, yên bona dîyaspora mesîhîye li Herêma Kurdistanê û Îraqê, usa jî li temamîya dinîyayê, raber dikim. Ez hîvîdarim, wekî ev cejin wê aşîtîyê û gulvedanê hemû dîyasporayên herêmê û Îraqêra bîne”,- Mesrûr Barzanî gotîye.
Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî jî xwestinên xweye germ bona mesîhîyên li Kurdistanê, li Îraqê û li temamîya dinîyayê raber kirine.
“Em hemû xwîşk û birayên xweye mesîhî, yên li Kurdistanê, li Îraqê û li temamîya dinîyayê pîroz dikin”,- Mesûd Barzanî gotîye.
Mesûd Barzanî bi hêvîdarî daye dîyarkirinê, wekî ev bûyara cejinê wê prînsîpa heyînê, biratîyê û qewînbûnê bide qewînkirinê, û wê bibe menî ku konsêpsîya têrorîzmê û êkstrêmîzmê bê hildanê.
“Em dixwezin wekî hemû beşên dînî û miletîyê li rex hev li Îraqê û li temamîya herêmê nava qewilên edil û azayêda bijîn”,- Mesûd Barzanî gotîye.