Tirkîya tehdîdên bêqezîyabûnêye xiyalî jî bêbandor dike

Ne şer, ne jî aşîtî: ssênarên vî cûreîye li Îraqê anegorî berjewandîyên Tirkîyayêne. Derheqa wê yekêda Vahram Pêtrosyanê kurdzan gotîye û daye dîyarkirinê, wekî femdarîyên wî welatîye bêqezîyabûnê dikarin him yên rastîbin û usa jî yên xiyalîbin. Bi gotina kurdzan, bi hesabhildana bûyarên niha, tu cînarekî Tirkîyayê nikare xwe çareserkirî texmînke.
Şeva 18-ê nîsanê eskerên tirka hidûdê Îraqê teribandine.Hedefa kirinên Tirkîyayêye li bakûrê Îraqê qampên PKK-ê ne.Xêncî balafirên leşkerî, esekrê tirka usa jî dirona û helîkoptêra dide xebatê.
Bi hesabhildana êrîşa şeva 18-ê nîsanêye li topraxa Îraqa serbixwe, kurdzan dibêje: “Qezîya hîmlîye ji alîyê Tirkîyayêda ewe wekî Enqere dikare opêrasîyonên wî cûreyî dijî her welatekî cînar mîyaserke, ji kîderê ew qezîyayê dibîne”.







