Sêkrêtarê Lîga Dewletên Ereba Ahmed Abûl Gêyt êrîşa Tirkîyayêye li başûrê Kurdistanê gunehkar kirîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî bi vê yekê êrîş birine ser serbixwetîya Îraqê û normên navnetewî hatine teribandinê.
Kanîya înformasîyone li organîzeyê daye zelalkirinê,wekî opêrasîyona leşkerîye li ser têrîtorîya Îraqê pêwandîyên di navbera Tirkîyayê û Îraqêda didine sertkirinê. Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew bangî Enqerê dikin ku wê yekê bidine sekinandinê û qedirê serbixwetîya Îraqê bigrin.