SerekeSîyasî

Komkujîya Ermenî çawa komkujîya sedsala 20-î ye ewlin tê hesabê

Barbarîya ku sala 1915-a qewimîye, rûyê kîjanêda li împêratorîya Osmanî ji mîlîyon nîvekî zêdetir ermenî hatine qetilkirinê, çawa komkujîya sedsala 20-î ye ewlin tê hesabê.

Wî çaxî desthilatdarîya împêratorîya Osmanî ji alîyê partîya “Îttîhat vê Têrakî” da dihate mîyaserkirinê û ji alîyê wanda jî komkujîya Ermenîye salên 1915-1923-a hatîye teşkîlkirinê, nava encamên kîjanêda cîşihitandinên bi massayî hatine kirinê û meriv hatine qetlkirinê, nava wanda binelîyên Ermenîstana Rojavayê. Çawa roja bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî 24-ê nîsana sala 1915-a tê hesabê, dema ku li Konstandnûpolsê nêzîkî 235 rewşanbîrên ermenî hatine girtinê.

Komkujîya Ermenî hê pêşda hatîye mîyaserkirinê û wê dikarin hesabkin ji salên 1824-1923-a, dema ku gavên qetilkirina dijî ermenîyên li împêratorîya osmanî hatine avîtinê, paqijkirinên êtnîkî hatine kirinê.

Qetilkirinên ermenîya bi çend êtapa hatine kirinê: stendina sîlihaye ji leşkerên ermenî, cişihitandinên ermenîyaye ji nehîyên ser sînor, qebûlkirina qanûna derheqa cîşihitandina ermenîya, qetilkirin cîşihitandinên bi massayî.

Teşkîldarên komkujîyêye hîmlî rêberên tirka Talêat, Cemal û Ênvêr bûne. Nava wanda bûye usa jî serokê “Teşkîleta mexsûs” Bêhadîn Şekîr. Li rex komkujîya Ermenîya li împêratorîya osmanî usa jî qetilkirinên asorîya û yûnanên Pontosê qewimîne.

Piranîya dîyaspora ermenî ji ermenîyên ji împêratorîya osmanî derketîye.

Piştî Holokostê, komkujîya Ermenîya nava dîrokêda bi dereca lêkolînê çawa ya duem tê hesabê.

24-ê gulana sala 1915-a cara ewlin welatên tifaqdar, Brîtanîya Mezin, Fransîya, împêratorîya Rûsîyayê qetilkirinên ermenîya çawa xirabdarîya dijî merivatîyê nav kirin.

Komkujîya Ermenî cara ewlin sala 1965-a Ûrûgvayê nas kirîye, lê paşê Franîsayê, Îtalîyayê, Almanîyayê, Holandîyayê, Bêlçîkayê, Polonîyayê, Lîtvayê, Slovakîyayê, Swêdê, Swîsirê, Yûnanistanê, Qibrisê, Libnanê, Kanadayê, Vênêsûêlayê, Arcêntînayê, Brazîlîyayê, Çîlîyê, Vatîkanê, Bolîvîyayê, Çêxîyayê, Aûstrîyayê, Lyûksêmbûrgê nas kirine.

Sala 2O21-ê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên bi fermî komkujîya Ermenî nas kir. Ewî ew gotin du cara nava axaftina xweda da xebatê û 24-ê nîsanê jî çawa roja bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî elam kir.

Kongrêsa Ştatên Yekbûyî û Sênatê komkujîya Ermenî sala 2O19-a nas kirine.

Komkujîya Ermenî bi şedetîyên meriva, bi qanûna, bi rêzolyûsîya, bi qirarên gelek welata, teşkîletên navnetewî hatîye naskirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button