H’emû nûçeSereke

Baylozê Polonîyayêyî li Ermenîstanê çûye Syûnîkê

Li Syûnîkê serokê qezayê Robêrt  Gûkasyan rastî baylozê Polonîyayêyî li Ermenîstanê Pavêl  Çêplak hatîye.

Bi gotina bayloz, baylozxana Polonîyayê hetanî niha li bakûrê Ermenîstanê aktîv bûye, lê niha jî ew dixweze ku ew yek li başûr bê mîyaserkirinê. Ewî daye dîyarkirinê, wekî bi qayîlîya hevalkarên Yekîtîya Avropayê û hukumata Ermenîstanê, bername tên mîyaserkirinê. Bayloz gotîye, wekî ew hindava qeza Syûnîkê û pirsgirêkên gunda hewaskarin û ew dixwezin pirsa, yên derheqa qezayêda guhdarkin.

Serokê qeza Syûnîkê usa jî serokê Kapanê bona seredanê razalixî elam kirine û halê li wir raber kirine.

Piştî gotûbêjkirinê pevketin bona xebata tevayî û hevkarîyên hatîye destanînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button