SerekeSîyasî

Fermandarê kurd: “Wedê derxistina tirka hatîye”

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî,  beşdarî vîdêyokonfêransa navneteweyî bûye û wî çaxî derheqa wan topraxên kurdada xeberdaye, yên ku pêşda bin kontrola hêzên kurdada bûn.Hêzên Tirkîyayê nava van salên dawîda çend opêrasîyonên leşkerîye mezin dijî wan mîyaser kiribûn. Nava encamê wê yekêda cêrge nehîyên li bakûrê Sûrîyayê ketine bin kontrola hêzên Tirkîyayê û çekdarên piştgirên wan.

Bi gotina fermandarê kurd, hêzên Tirkîyayê nava van salên dawîda zordarîya, gavên neqanûnî û yên dijî binelîya mîyaser kirine û mîyaser dikin.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Rûsîya gerekê nava pirsa sîyaseta Tirkîyayêye dagirkerîyêda tabîya zelal bidine kifşê.

“Emê  Efrînê û nehîyên mayîn azakin. Hinek sedem hene, rûyê çida azakirina Efrînê paş dikeve û emê bicêribînin wana altkin. Bona azakirina Efrînê cedandinên pêwîst lazimin”,- fermandarê kurd gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button