Hêzên pêşmerga û eskerên îraqî opêrasîyona tevayî dijî DAÎŞ-ê li nehîya Qurmatûyê destpê kirîye.
Cîgirê fermandarê eskerê Îraqê Mehmed Sebirî elam kirîye, wekî hêzên pêşmerga û hêzên eskerên îraqî opêrasîyonê dijî DAÎŞ-ê mîyaser dikin. Ewî daye dîyarkirinê, wekî hêzên Heşid Aş Şaabîyê jî tevî opêrasîyonê dibin.