H’emû nûçeSereke

Rojeva seredana serokê Lîtvayêye li Ermenîstanê eyane

Îro û sibê seredana serokê Lîtvayê Gîtanas Naûsêda ya li Ermenîstanê wê derbazbe.

Hatîye ragîhandinê,wekî li cîhê rûniştandina serokkomarê Ermenîstan hevdîtin têra hatîye dîtinê, wextê kîjanê serokên herdu welata wê başqe qisekin, piştî kîjanê hevdîtina bi teşkîla berfireh wê derbazbe. Paşê serokên herdu welata wê bi prêss-konfêransêva pêşda bên.

Dêlêgasîya bi serokatîya serokê Lîtvayê wê usa jî here Sîsêrnakabêrdê ku qedirê bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî bigre û wê li mûzêyî-înstîtûta komkujîyê bigere.

Nava dorana seredana fermîda hevdîtinên serokê Lîtvayê, yên tevî Nîkol Paşînyanê serokwezîr û serokê parlamêntê Alên Sîmonyan têra hatine dîtinê. Serokê Lîtvayê wê usa jî ji alîyê patryarxê temamîya ermenîya Garêgînê Duemda bê qebûlkirinê. Dêlêgasîya bi serokatîya serokê Lîtvayê usa jî wê li Matênadarana ser navê Mêsrop Maştos biqeside.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button