H’emû nûçeSereke
Ji qisa Nîkol Paşînyan û Şarl Mîşêl hinek tişt zelal bûne /vîdêyo/
Nîkol Paşînyanê serokwezîr li Bryûsêlê rastî serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl hatîye.
Xeberdan derheqa hevdîtina Nîkol Paşînyanê serokwezîr, serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêvda çûye û berdewama dîyaloga girîng hatîye hesabkirinê.
Nîkol Paşînyan halê dora Qerebagê, pirsgirêkên hûmanîtarî raber kirîye û derheqa pêwîstîya wanda daye dîyarkirinê.
Paşînyan û Şarl Mîşêl fikir derheqa hevdîtina 14-ê kanûnêda û ya 6-ê nîsanêye sêalîda pevguhartine.
Alîya bi hêvîdarî elam kirine, wekî hevraxeberdanên sêalî wê kardarbin, ya ku piştî hevdîtina wan derbaz bûye.Nîkol Paşînyan û Şarl Mîşêl usa jî pirsên derheqa rojeva Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda gotûbêj kirine.