H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê wê hilbijartinên parlamêntîyêye ji wede zûtir neyêne derbazkirinê: cîgirê serokwezîr
Li Ermenîstanê wê hilbijartinên parlamêntîyêye ji wede zûtir neyêne derbazkirinê. Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan wextê hevpeyvîna tevî ajansa Rûsîye “Novostî” yê derheqa wê yekêda gotîye.
Bi gotina wî, hilbijartinên parlamêntîyêye sala 2O21-ê bersiva heja protêstokira dane. Bi gotina cîgirê serokwezîr, menîyên usa tunene, ku pêşda ssênarên usa bêne kifşê, wekî hilbijartinên nû bidine derbazkirinê. Ajansa rûsî pirs dabû cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê ku gelo serokatîya dewletê wê bihilbijartinên nû bide derbazkirinê, yan na.
Ajansa Rûîyayê daye dîyarkirinê, wekî opozîsîya Ermenîstanê ji 25-ê nîsanêda protêstokirin destpê kirine û dewê dikin ku Nîkol Paşînyanê serokwezîr ji qulixa xwe dûr bikeve.