
Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirine, wekî li rojhilata Ayn Îsayê dironeke tirka jorda anîne xwerê.
Hatîye dîyarkirnê, wekî dironên tirka herroj li ser herêmêra diçin û tên û êrîşa dibine ser welatîya.
Hatîye gotinê, wekî diron nava ezmanê herêmêda hatîye lêxistinê.Bi gotina wekîlê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk dironên tirka ji jorda dîna xwe didine bûyarên li ser erdê. Pêşîya lêxistina dironê, artîlêrîya tirka derb gîhandibûn dor-berên li wir û piştî wê yekê diron rabûne jorê.