SerekeSîyasî

Spîkêrê parlamênta Fînlandîyayê bersiva dewekarîya Tirkîyayê daye

Bi şirovekirina dewekarîya Tirkîyayêye hindava Fînlandîyayê û Swêdêda, ya derheqa teslîmkirina wan meriva kîjana Tirkîya çawa têrorîst hesab dike, spîkêrê parlamênta Fînlandîyayê gotîye, wekî qanûnên parastina mafên mêriv nikarin bi menîyên sîyasî bêne guhartinê.

“Ewî daye dîyarkirinê, wekî Tirkîya gerekê fem bike wekî ew nikarin qanûna biguhêrin û merivên ne gunekar nikarin bişînin welatekî mayîn, li kîderê dikarin wana bêhîm bikine hebsê.

Tirkîyayê pêşda navnîşa dewekarîyên xwe Fînlandîyayê û Swêdêra şandine û daye dîyarkirnê, wekî ew gerekê bêne mîyasekirinê bona ku Tirkîya piştgirîyê bide wan herdu welata, ku ew bibine endamên NATO-ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button