SerekeSîyasî

Koalîsîyona navnetewî:“Yekbûn û tifaqa kurda wê pêşmerga bide qewînkirinê”

Wezîreta pêşmerga derheqa hevdîtina tevî şêwirmendên koalîsîyona navnetewî elam kirîye.

Nava elametîyêda hatîye gotinê,  wekî wezîrê pêşmerga Şoriş Îsmayîl rastî serokê koma şêwirmendên koalîsîyona navnetewîye li herêma Kurdistanê  Lêonovîç hatîye.Wextê hevdîtinê pirsên derheqa prosêsa rêfomkirinê, telîmkirin û pêşxistina hêzên pêşmergada hatin gotûbêjkirinê. Şoriş Îsmayîl gotîye, wekî ew tevî koalîsîyona navnetewî li ser werguhastinên nava hêzên pêşmergada dixebitin.

Lêonovîç derheqa hêzên kurdaye yekbûyîda xeberdaye û derheqa girîngîya wê yekêda daye dîyarkirinê.

“Hevraqayîlnebûn û dijîderketin wê kurda bidin zeyîfkirinê, lê yekîtî û tifaqa kurda wê meşmerga bidine qewîkiriê”,-Lêonovîç gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button