SerekeSîyasî

HSD: Tirîkîya li ser têrîtorîyayên okûpasîyakirî «qayîşa reş» saz dike

Merkeza prêssayê, ya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elametî derheqa wê yekêda belav kirîye ku Tirkîyayê  çawa nehîyên okûpasîyakirî werguhêzî zona xirabkarîyên organîzeyên têrorîstî kirîye.Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê,wekî komên çekdarên têrorîstaye cuda-cuda li gundên Efrînê û li dor-bera cîhwar bûne.Hatîye gotinê, wekî ji 3OO î zêdetir çekdarên kirêkirî li gundên başûrê Efrînê cîhwar bûne. Ev yek nava encamên hevdîtina lîdêrên komên piştgirên Tirkîyayê hatîye teşkîlkirinê.

Nava elametîyêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî tunekirina lîdêrên DAÎŞ-ê, yên mînanî Ebûbekir Al Bexdadî û  Ebû Îbrahîm Al Kûraîşî  li nehîyên ji alîyê Tirkîyayêda okûpasîyakirî û hazirîya cêrge komên têrorîst, yên li ser têrîtorîya Sûrîyayê derheqa wê yekêda dibêjin, wekî Tirkîyayê nehîyên okûpasîyakirî werguhêzî zona usa kirine, ku sîstêmên têrorîstî qewînbin. HSD ê daye dîyarkirinê, wekî civaka navnetewî  gerekê vê pêvajoyê bibe bona ku fînansekirina wan koma, hînkirina wan bê sekinandnê, çimkî wan çekdara dikarin ji Sûrîyayê der jî bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button