H’emû nûçeSereke

Gerekê sîyaseta Adirbêcanê bê şermezarkirinê: Garêgînê Duem

3O-ê gulanê patryarxê temamîya Ermenîya Garêgînê Duem li Êcmîyazînê dêlêgasîya şêwira dêrên hemdinîyayê , bi serkarîya Karên Nazaryan qebûl kirîye.

Destpêka hevdîtinêda, Karên Nazaryan gotîye patryarx wekî wekîlên dêlêgasîyayê nava dorana mîsîya  heqîtîyê û aşîtîyê li Ermenîstanêne.

Patryarxê ermenîya endamên dêlêgsîyayê silav kirîye û  bona piştgirîya wextê şerê 44 roje razîbûna xwe elamî şêwira dêrên hemdinîyayê kirîye.Patryarx halê  li Ermenîstanê û Arsaxê raber kirîye û daye dîyarkirinê,wekî cimeta ermenî wê bi bawarîya xweye dînî hemû dijwarîya altke.

Wextê qisê patryarx usa jî derheqa nimûnên çand û kûltûra ermenîye ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî ew yek girînge ku organîzeyên navnetewî û sîstêmên di navbera dêrada sîyaseta Adirbêcanê berk gunehkarkin û pêşîya wê bigrin.

Wextê hevdîtinê, patryarxê temamîya ermenîya usa jî bersiva pirsên mêvana daye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button