H’emû nûçeSereke
Li Yêrêvanê wê mehelên jîyînêye nû bêne çêkirinê
Cîgirê serokwezîr Hambarsûm Matêvosyan hevtîya derbazbûyî li cîhê avayîçêkirinê qesidîye û cîda nasîya xwe daye bernama avayîçêkrinêye li rex soqaqa Yêrêvanêye Tîçînayê û rîya başûr-bakûr.
Em bêjin, bona çêkirinê 129 hêktar erd hatîye başqekirinê, li kîderê têra tê dîtinê bi pênc êtapa avaya çêkin.
Cîgirê serokwezîr nasîya xwe daye xebatên çêkirinê û paşê li wir şêwirdarî derbaz kirîye. Serokê hevaltîya avayîçêkirinê Karên Karapêtyan bername raberî cîgirê serokwezîr kirîye û daye dîyarkirinê, wekî çend mehelên bi 63 avayên jîyînê wê bêne çêkirinê.