H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê li pareskerê aşîtîparêz qesidîye

3O-ê gulanê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan li pareskerê aşîtîparêz qesidîye û tevî heytehola pêşkêşî roja aşîtîparêzaye navnetewî  bûye.

Wezîr qulixçîyên aşîtîparêz pîroz kirîye û bona mîsîyan wane li Îraqê, Kosovoyê, Afganistanê, Sûrîyayê, Libnanê, Malîyê û Qazaxstanê razalixî elam kirîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî aşîtîparêzên ermenî li wan welata pirsên pêşîya xwe danî bi rûmet hel kirine.

Wezîr û ofîsêrên mayîne derecebilind, kulîlk danîne li ber heykelên bo bîranîna şihîdên şerê 44 roje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button