H’emû nûçeSereke
Îranê li Ermenîstanê mala têknolocîya bide hîmdanînê
Cîgirê serokê Îranêyî alîyê pirsên ulm û têknolocîya elam kirîye wekî li Ermenîstanê wê mala Îranêye têknolocîya bê sazkirinê. Derheqa wê yekêda Mehr News ê ragîhandîye.
Cîgirê serok çend sal pêşda li welatên mayîn bona pêşxistina zanebûnên Îranêye nava sûka hemdinîyayêda ofîsên wî cûreyî vekirine.
Ofîsên wî cûreyî îdî li Rûsîyayê, Tirkîyayê, Çînistanê, Sûrîyayê û Kênîyayê hatine vekirinê. Zûtirekê ofîsên Ermenîstanê û Îraqêye wî cûreyî jî wê hebin.