H’emû nûçeSereke

Elî Babacan: «Zemanê Êrdogan îdî ser hevda hatîye, ew gerekê îdî ji jorda peîyayî jêrêbe»

Wezîrê Tirkîyayêyî karên derî berê Elî Babacan, yê ku rêberê partîya opozîsîyone, derheqa şuxulkarîya serokê Tirkîyayê Rebeb Êrdoganda xeberdaye. Bi gotina Babacan, Êrdogan dicêribîne meriva bîne ser wê fikirê, ku heger ew nîbe, Tirkîyayê jî tunebe.

«Ew yek usa nîne. Tirkîya wek Êrdogan nîne. Tirkîya ji Êrdogan mezintire. Bila tu kes necêribîne  bi xeberên vî cûreyîva meriva bixapîne»,-Babacan nivîsîye.Ewî daye dîyarkirinê wekî nava van 25 salên dawîda li Tirkîyayê   hal tu cara ewqas giran nîbûye. Menîya ketina bahê perê tirkî ewe wekî Êrdogan destpê kir serkarîya banka merkezî bike û organên dewletê berbi şaşîya bir.

«Zemanê Êrdogan ser hevda hatîye. Niha ew gerekê ji  jorda peîyabe»,- Babacan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button