H’emû nûçeSereke

Wezîrê karên der derheqa xebatên bona paşdavegerandina dîla xeberdaye

Pirsa derheqa paşdavegerandina dîlên ermenîda, yên ku li Adirbêcanê bi neqanûnî tên xweykirinê, li dikên navnetewîye cuda-cuda hatîye bilindkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye.

«Xebatên bona paşdavegerandina dîla li dikên navnetewîye cuda-cuda hatine mîyaserkirinê»,-Mîrzoyan gotîye.

Bi gotina wî dokûmêntên wî cûreyî li Nyû Yorkê, li Cênêvayê, li Strasbûrgê, li Vîyênayê, li Bryûsêlê hatine belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button