Halê sertî di navbera du tifaqdarên NATO-ê, Tirkîyayê û Yûnanistanê, piştî wê yekê pêşda hatîye, dema ku Enqerê Afîna nava wê yekda gunehkar kir, wekî ew li 12 adên biçûkda sîliha cîhwar dike.
Ew hal gihîşte wê derecê, wekî cênêralê Yûnanistanêyî berê Yanîs Êgolfopûlos gef xwerin ku wê pirayên Stembolêye girîng bide ber bomba. Çawa bersiva wê yekê, serokê heja miletçîtîyê Dewlet Bahçêlî gotîye: «Tê bêjî yûnana yazîya kal-bavên xwe bîr kirine».
Hal usa sert bû, wekî serokwezîrê Yûnanistanê van axirîya Tirkîya nava wê yekêda gunehkar kir, wekî ew li ser ada Qibrisê hal tevlîhev dike û pêra jî dew kirîye wekî Waşîngton teyarên F-16 nefiroşe Enqerê. Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan jî daye dîyarkirinê,wekî Yûnanistan gerekê derheqa sînorên xweda bizanibe û wan sînora xweyke.