H’emû nûçeSereke
Bo çi NATO ji rokêtên rûsîye “Îskender” ditirse?: 19FortyFive
Sîstêma rokêtaye “Îskender” sîstêmeke gelekî raste. Ew ew sîstême, ya ku dikare rokêtên bi pera berde. Derheqa wê yekêda malpera amêrîkîye leşkerî 19FortyFive ê nivîsîye û serda zêde kirîye, wekî salên dirêj derheqa wê yekêda nava doranên rojavayîye leşkerîda dihate gotûbêjkirinê.Xudanê miqalê dide kifşê, wekî ew sîstêm bi çiqasîva qezîyaye.
“Îskender” bona parastina hewê û sîstêmên dijî rokêtaye û usa jî bona hedefên dijmine girîng têra hatîye dîtinê. Pêşxistina wê sîstêmê sala 1988-a destpê bûye, lê cêribandina wêye ewlin sala 1996-a bûye. Dûraya çûyîna rokêtê 5OO kîlomêtre. Rokêt dikare serikê 7OO kîlogiramê bibe. Xudanê miqalê dibêje wekî “Îskender” wê nava sîlihên Rûsîyayêda cîhê girîngdabe.