H’emû nûçeSereke
Pirsên vekirina rîya merkeza guhdarîya Rûsîyayêdanin
Nava çarçoveya hemcivîna Pêtêrbûrgêye êkonomîkîda hevdîtina sêalî, ya pirsên vekirina pêwandîyên transportêye li Qafqasîyayê derbaz bûye.Ofîsa cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê derheqa hevdîtinêda gotîye, lê bi hûrgilî raber nekirîye.Nava prosêsa hevraxeberdanada alîyê tek-tenêye, kîjanêda pêşkeftin tê kifşê. Eyane wekî nava gotûbêjkirinada usa jî hewaskarîya Rûsîyayê heye.
Koma xebatêye sêalî îdî civîna xweye deha derbaz kirîye.Ya dawî 3-ê hezîranê bû. Çend roj pêşda serokên komê li Sankt Pêtêrbûrgê careke mayîn rastî hevdu hatine. Gelo gotûbêjkirin nava kîjan êtapêdanin, ofîsên cîgirên serokwezîra bi hûrgilî raber nakin.Razîbûna ewlin ji alîyê Rûîyayêda, ji alîyê wekîla wezîreta karên der Marîya Zaxarovayêda hatîye bihîstinê.