SerekeSîyasî

Hilbijartinên parlamêntê yên li Kurdistanê dikarin bêne paşdaêxistinê

Cîgirê serokê parlamênta Herêma Kurdistanê Hêmin Hewiramî elam kirîye, wekî hilbijartinên li herêmê dikarin bêne paşdaêxistinê, çimkî partîyayên sîyasî bona mêxanîzma dengdayînê negihîştine qayîlîyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan  Barzanî meha sibatêda emirnivîsar îmze kir, bi kîjanê hatibû îzbatkirinê, wekî hilbijartinên parlamêntê wê 1-ê cotmeha sala 2O22-a bêne derbazkirinê, lê hevraqayîlnebûnên di navbera partîyayên kurdaye sîyaysî wê yekê dikine bin şikberîyê.

«Heger partîyayên sîyasî bighîjine qayîlîyê jî, em bawar nakin, wekî komîsîya hilbijartina dikare hetanî 1O-ê cotmehê hilbijartina organîze bike»,- Hêmin Hewiramî gotîye rojnamevana û serda zêde kirîye wekî ev yek  eybe ku hilbijartin bêne paşdaêxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button