H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyanê serokwezîr serokê kompanîya «Rosatom» ê Alêksêy Lîxaçov qebûl kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr serokê kompanîya «Rosatom» ê Alêksêy Lîxaçov qebûl kirîye.

Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî nava goveka ênêrgêtîkayêda rojeva hevkarîya ermenîya-rûsa dewlemende, lê nava goveka ênêrgêtîka atomîda «Rosatom» hevkara hukumata Ermenîstanêye hîmlîye.Serokwezîr rola kompanîyayê, ya nava karê dirêjkirina wedê xebitandina stansîya Ermenîstanêye atomîda, bilind qîmet kirîye û bi hêvîdarî gotîye wekî pêşerojêda jî hevkarî wê ya kardarbe.

Alêksêy Lîxaçov bona hevkarîya six razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî kompanîya «Rosatom» ê nava salên pêşîya meda jî wê tevî hukumata Ermenîstanê hevkarîyê berdewamke.

Tevbûyên hevdîtinê pirsên derheqa xebitandina bloka stansîya atomîye duem, mecalên çêkirina stansîya atomîye nû, pêşxistina ênêrgêtîka atomî û hevkarîya nava ênêrgêtîkayêda gotûbêj kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button