H’emû nûçeSereke

Dîyarkirina Arsaxê nava teşkîla Adirbêcanêda wê qezîyayê pêşda bîne: Davît Babayan

Arsax dijî wê yekê nîne, ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda peymana aşîtîyê bê morkirinê, lê ew yek gerekê dora pirsgirêka Qerebagêra derbazbe, yan jî peymanêda tê dîyarkirinê, wekî dew û doz hê helkirî nîne, ew gerekê bi rîya edil bê helkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan wextê hevpeyvînê gotîye.

“Adirbêcan qewila datîne li ber Tirkîyayê wekî bahê aşîtîyê yan jî qewilekî girîng ewe, wekî Arsax gerekê nava Adirbêcanêda bê naskirinê. Ev yek bona me tiştê qebûlkirinê nîne. Evê paşê ne ku aşîtîyê bîne, lê wê tiştên xirab pêşda bîne. Em dijî dîyalogê nînin. Em difikirin, wekî dîyalog diha başe, ne ku şer. Armanca Adirbêcnê ewe, wekî Ermenîstan Arsaxê çawa axa azêrîya naske. Bi vê yekê jî emê qebûlkin, wekî rola me ya agrêsor bûye û me şaşî kirîye. Ev yek anegorî rastîyê nîne û wê bibe derbeke giran”,-Davît Babayan gotîye.Ewî serda zêde kirîye, wekî naskirina Arsaxê nava Adirbêcanêda wê qezîyayê pêşda bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button