SerekeSîyasî

Hevraqayîlbûna di navbera Îraqê û Tirkîyayêda wextê civîna şêwira bêqezîyabûnê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî sert bûye

Hevraqayîlbûna di navbera Îraqê û Tirkîyayêda wextê civîna şêwira bêqezîyabûnê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî sert bûye. Wezîrê Îraqêyî karên der dew kirîye ku eskerê tirka ji Îraqê bêne derxistinê, lê cîgirê baylozê Tirkîyayê elam kirîye, ku hukumata wan peyî PKK-ê diçe, yên ku li Îraqê xwe vedişêrin.

Hukumata Îraqê bona wê pirsê berbirî organîzeyê bibû, wekî 2O-ê tîrmehê rûyê êrîşa topbarandinêda neh  tûrîstên îraqî hatine kuştinê û 33 jî birîndar bûne. Wezîrê Îraqêyî karên der Fûad Husêyn gotîye wekî şedetî hene ku cabdarîya wê yekê dikeve ser hêzên tirkaye sîlihkirî. Feqet Tirkîya wê yekê înkar dike û nava wê yekêda PKK-ê gunehkar dike.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button