H’emû nûçeSereke

Şêwirdarîyên ermenîya-rûsa derbaz bûne

1-ê tebaxê li Yêrêvanê şêwirdarîyên ermenîya-rûsa derbaz bûne. Pirsên derheqa şuxulkarîya sîstemên navnetewî hatine gotûbêjkirinê.Hatîye elamkirinê ku praktîka derbazkirina şêwrdarîyên di navbera wezîretên karên derda berdewamkin.

Piştî xilazbûna şêwirdarîya, cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Alêksandr Grûşkov ji alîyê wezîrê Ermenstanêyî karên der Ararat Mîrzoyanda hatîye qebûlkirinê.

Mîrzoyanê wezîr daye dîyarikirinê, wekî şewirdarî nava atmosifêra dostîyê û aminayêda hatine derbazkirinê. Xeberdan usa jî derheqa înstîtûta hemsedirtîya koma Mînkêda çûye û xebitandina cêrbandinê girîng hatîye hesabkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button