Rûyê êrîşa Adirbêcanêda du leşkerên ermenî hatine kuştinê
Rûyê teribandina rêjîma agirbestêda, ya ku Adirbêcanê 3-ê tebaxê mîyaser kirîye, du leşkerên ermenî Gûrgên Gabrîêlyan û Artûr Xaçatryan hatine kuştinê.Bi ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda wezîreta Komara Arsaxêye parastinê elam kirîye.
« Çawa ku me îdî daye dîyarkirinê, 3-ê tebaxê, ji şebeqê seheta O9:OO da destpêkirî pareskerên Adirbêcanê rêjîma agirbestê teribandine, tabîyên eskerê Qerebagê û pareskerekî li wir kirine hedef. Xêncî sîlihên agirkirinê, usa jî mînavêj, bombavêj û diron hatine xebitandinê, rûyê çida qulixçîyên leşkerî Gûrgên Gabrîêlyan û Artûr Xaçatryan jîyana xwe ji dest dane. Wezîreta Arsaxêye parastinê serxweşîyê dide malbetên wan leşkera, qewim û pismamên wan.
Xêncî wan leşkera, usa jî leşkerên birîndar hene.
Aşîtîparêzên rûs, yên li Arsaxê mecalên anegor didine xebatê, ku hal bidine qewînkirinê. Li gorî duh seheta 18:OO, hal hinekî qewîn bûye»,- wezîreta parastinê daye dîyarkirinê.