SerekeSîyasî

Wextê kongira xwe merkeza êzdîyaye «Laliş» ê serok û rêvebirîya organîzeyê hilbijartîye

Merkeza êzdîyaye çandî û civakî «Laliş» ê  kongira xweye  çardeemîn derbaz kirîye, tevî kîjanê bûne 4O2 endamên wê û usa jî şuxulkarên fermî, civakî û dînî. Wextê  derbazkirina kongirê, serokê bingehê, cîgirê wî û organa rêvebir hatîye hilbijartinê, ya ku wê sê sala rêvebirîya organîzeyê bike.

Wekîlê «Bingeha Laliş» ê, yê li Dihokê, Karvan Bedirî gotîye Basnews ê wekî dikevine nava organa Merkezê serokê wê û usa jî cîgirê serok û 13 endamên wê. Ewî daye dîyarkirinê, wekî rêvebirîya Bingehê civîna xweye ewlin derbaz kirîye û plana xebatê gotûbêj kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button