
Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê serokê hukumeta Rûsyayê Mîxayîl Mîşûstînra axivîye.
Wextê qisa bi têlefonê pirsên di derbarê hevkarîya bazirganî û aborî ya Ermenîstanê û Rûsyayê û pêkanîna projeyên tevayî, yên di warên cudada, hatine gotûbêjkirinê.
Nîkol Paşînyan û Mîxayîl Mişustîn her wiha li ser pirsên sereke, yên di warê berfirehkirina hevkarîyên di çarçoveya Yekîtîya Aborî ya Avrasyayê û amadekarîyên civîna hukumatên dewletên Avrasyayê sekinîne, ya ku wê 25-26-ê tebaxê li Qirqistanê bê derbazkirinê.