H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn bi têlefonê li ser rewşa Arsaxê axivîne
Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi serokê Fêdêrasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi têlefonê axivîye.
Berdewamîya axaftinên xweda li ser rewşa Arsaxê gotûbêjkirin hatine kirinê. Girîngiya pêkanîna hevgirtî ya peymanên sêalî yên 9 ê mijdara sala 2020, 11 ê çileya sala 2021 û 26 ê mijdara 2021 ê careke din hat piştrastkirin.
Di heman demê de bal hat kişandin ser rola mîsyona aştîparêzên Rûsyayêye li herêmê.
Her wiha li ser mijarên ku di navbera Ermenistanê û Rûsyayê da peywandiyên tifaqî û stratejîkva girêdayî, fikir hatin pevguhartinê.