SerekeSîyasî

Cîgirê serokê parlamênta Îraqê: Al Kazimî bona halê li Kirkûkê cabdare

Cîgirê serokê parlamênta Îraqê Şaxavan Ebdûle bangî organên bêqezîyabûnê kirîye ku cîhwarkirina pareskerên îraqî û pêşmergaye tevayî, ya li Kirkûkê, yê bona parastina binelîyên sîvîl, bidine lezêxsitinê.

Ebdûle gotîye ajansa «Şefeq» ê wekî welatî û fêrmêr, bi taybetî kurd, tên êrîşkirinê û gelek cara jî dicêribînin erdên wan ji destên wan hildin.

«Ev nehyî gelek cara rastî êrîşa tê, bi taybetî li gundên kurda»,- Şaxavan Ebdule gotîye.

Cîgirê serokê parlamêntê bangî hukumatê û orgnanên anegor kirîye, ku eskerên tevayî zû bidine cîhwarkirinê. Ewî gotîye, wekî cabdarîya wê yekê li ser fermandarê sereke, serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî û serokatîya Kirkûkêye, ya ku nikare binelîyên sîvîl, merivên bêsûc biparêze.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button