H’emû nûçeSereke

Paşînyan û Pûtîn pêwandîyên dualî gotûbêj kirine: bûyarên  herêmî 

Li Vladîvostokê nava dorana civîna bi têma  «Li ser rîya li dinîyayêye piralî» hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn pêk hatîye.

«Birêz Nîkolê Vova, em her dem bi We ra nava pêwandîyadanin, lê roja îroyîn ez We dibînim û wê yekê girîng hesab dikim, wekî em îsal 3O salîya pêwandîyên dîplomatî, 25 salîya îmzekirina peymana hîmlî didine kifşê.Pêwandîyên me bi hemû alîyava pêş dikevin.Em nava organîzeyada û usa jî nava organîzeya êkonomîkîda dixebitin. Pêşeroja nêzîkda hûn têra dibînin nava dorana organîzeya hevkarîya Şanhayêda li Ûzbêkîstanêbin, li kîderê careke mayîn mecalê hebe, ku em hevdu bibînin.

Nava dorana hevkarîya êkonomîkîda Rûsîya bona Ermenîstanê cîhê ewlindaye. Kirîn-frotana di navbera heda van dawîya ji 25 a hetanî 3O î selefî zêde bûye.

Bêguman, pirseke girîng jî ya dora  halê Qerebagêye.Em her dem derheqa wê yekêda xeber didin û em bi hevra nava pêwandîyadanin.

Ez gelekî razîme wekî We dewatkirin qebûl kirîye û Hûn bona beşdarbûna li forûma êkonomîkî hatine Vladîvostokê»,- Vladîmîr Pûtîn gotîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî nava axaftina xweda gotîye:

«Birêz Vladîmîrê Vladîmîr, ez spasîyê elamî We dikim. Careke mayîn razalixîyê elamî We dikim bona  dewatkirina bo beşdarbûna li vê forûmê. Min forûm gelekî begem kirîye. Ez hêvîdarim, wekî ne tenê bi meremê xebatê, lê dîsa menî wê hebin, ku em li vir biqesidin.

Rûsîya hevkara Ermenîstanêye here nêzîk û tifaqdara wêye stratêcîye. Û bi taybetî nava wî wedê giranda hevdîtinên hertimî gelekî girîngin.

We da dîyarkirinê û ez jî dixwezim derheqa mîsîya aşîtîparêzên rûsda bêjim.Ez gerekê bidime kifşê, wekî ew mîsîya awqasî jî hêsa nîne. Me gelek cara derheqa wê yekêda xeberdaye. Em şuxulkarîya aşîtîparêzên Rûsîyayê, ya li Qerebagê bilind qîmet dikin.

Pirsên derheqa pêwandîyên welatên meda, yên kirîn-frotanê, yên tradîsîyonin. Piştî nexweşîya koronavîrûsê jî ew pêwandî hatine dasekinandinê û derheqa wê yekêda me  wextê forûmê xeberda. Ez hêvîdarim, wekî roja îroyîn wê qisa gelekî baş derbazbe. Bona qebûlkirina germ ez careke mayîn spasîyê elam dikim».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button