H’emû nûçeSereke

Emê nava Ermenîstanêra sivderê nedine tu kesî:Paşînyan

Desthilatdarîya Ermenîstanê wê nava axa Ermenîstanêra sivderê nede tu kesî. Derheqa wê yekêda Paşînyanê serokwezîr li Vladîvostokê gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku vekirina  rêyên herêmî çawa dikare bona Ermenîstanê qezîyayê pêşda bîne.

«Vekirina rê bona Ermenîstanê û qeza Syûnîkê qezîya nîne. Ew serbara serda wê garantîyayên qewînbûnê bîne, lê ne ku tiştên usa, derheqa kîjanada nava axaftinên azêrîyada tê bihîstinê. Mesele, ew derheqa sivderêda dibêje. Ez dixwezim bêjim, wekî gerekê zelalbe, wekî emê nava Ermenîstanêra sivderê nedine tune kesî. Feqet emê rê bidin, rê vekin û em hazirin her dem wê yekê bikin. Me pêşnîyarên xwe jî gîhandine alîyê azêrîya wekî kengê ew pêşnîyar bêne qebûlkirinê, wî çaxî li ser bingeha wan pêşnîyara dikarin dokûmênta konkrêt îmzekin û wê pevketinê lez biqedînin.Ez bawarim, wekî qezîya tune»,-serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button