H’emû nûçeSereke

Lûtkeya ermeniyan ya Cîhanê wê li Ermenîstanê bê lidarxistin

Payîzê  Ermenîstanê  bi mêvandarîya ermenîyên dîasporayê yên ji 4O î zêdetir  welatan qebûl bike. Ofîsa serfermandarîya dîyasporayê dê di navbera 28-31ê cotmehê de lûtkeya ermenîyan ya Cîhanê li dar bixe.

Li ser vê yekê rûpela facebookê ya komîseriyê agahdar dike.

Rojevê da wê mijarên weke ewlekarîya neteweyî, parastina berjewendîyên ermenîyan, pêşxistina herêmên stratejîk yên welat, vegerandin, tevlîbûna veberhênanê, parastina ermenîyan, xwerêxistinkirina dîasporayê û yên mayîn wê hebin.

Di lûtkeyê da ji dîasporayê û her wiha ji Ermenîstanê û Arsaxê derdora 600 kes beşdar dibin, ku dê nûnertîya pêkhateyên civakê, rêxistin, zanistî, karsaz, xwendikar, derdorên ciwanan û yên mayîn wê hebin.

Di lûtkeyê de wê di nava 3 rojên xebatê de 8 panêl, 17 rûniştinên hevdem, 2 civîn bi rengekî azad bên lidarxistin.

Ofîsa komîseriya bilind ya karûbarên dîasporayê derbarê lûtkeyê de ji pêşniyar û gotûbêjan re vekirî ye.

Rojev li ser rûpela Facebookê ya sererkanîya Dîasporayê tê dîtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button