H’emû nûçeSereke

Merasîma bi dawîkirina fêstîvala “Starmus” ê pêk hat

Ji 5 a hetanî 10 ê îlona  sala 2022 a li Ermenîstanê fêstîvala navneteweyî ya “Starmus” hat lidarxistin û di çarçoveya vê fêstîvalê da him ders û konser û him jî kampên zanistî û maseyên dor hatin lidarxistin. Nêzîkî pênc dozan zanyar, kosmonavt, stêrkên cîhanî yên mûzîk û hunerê, di nav wan de xwedîyên xelata Nobêlê, zanyarên navdar yên cîhanê, steyrkên mûzîkayê û hunerê, nûnerên navdar yên sêktora têknolojîyê hatin Ermenîstanê. Armanc ew bû ku zanistîyê bigihînin raya giştî û bi taybetî di nav xwendikar û ciwanan de.

Nava 5 rojanda derfeta me hebû ku em bi destkeftên herî dawî yên kosmolojîya cîhanê û zanyarên ku ew afirandine û hem jî bi şaheserên mûzîkjenên navdar   ragihînin. Îro  li  fêstîvala 6 a ya zanistî û hunerê ya li komplêksa  sportê û konsêrtaye  ser navê Karen Dêmîrçyan ya bajarê Yêrêvanê,  serokkomarê Ermenîstanê  Vahagin Xaçatûryan gotarek pêşkêş kir. Di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku zanistî û huner ji hêz ve bi hevva girêdayîne û hevgirtina wan ne tenê nabin sedema nakokîyan, di heman demê de dibe pêwîstî û afirînerî.

Tiştê ku Starmus ê di hemû cil û bergan de bû ev e, ji ku zanyarên jêhatî Loûyîs Frîdman, Bêtanî Êman, Skot Habirid, Mîşêl Mayor, Lîza Kaltênêgêr, Dêyd Grînspon, û yên din li ser gelek  cûrên gerdûnê ders didin, Ew armanc dikin ku berfireh bikin. Asoyên guhdaran, cîhanbînîya wî fireh dike, û di dawîyê de wî hinekî hişyartir, hinekî çêtir, mirovperwertir dike.

Û dema ku Bryan Mêy, Grêhêm Goûldman, Sêrj Tankyan û jêhatîyên din yên piçûk yên ji Tavûşê pêrformansa xwe dikin, ew jî bi dilxwazî hewl didin ku gerdûnê bêtir mirov-navendî bikin. Ji xwe, ev armanca herî hêja ya huner û zanistîyêye: zanîn û pêşkeftin»,- serokkomar got.

Serokê ofîsa serokwezîr Arayîk Harûtyûnyan jî axaftinek kir. Arayîk Harytyûnyan bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku wî bi Starmusê re encamên cidî bi dest xistiîye. “Di dema bûyeran de me dît ku li Komara Ermenîstanê daxwazeke mezin ji bo van deveran heye. Me dîyar kir ku piranîya wan jî hemû pirsgirêkên me bi kalîteya perwerdehîyê ve girêdayî ne û em girîngîyê didin vê yekê. Bûyerên bi vî rengî ji bo pêşdabirina van rêgezên hanê teşwîqek zêde ne, ji ber ku perwerde û zanistî bêyî huner  nemaye. Û Starmus baştirîn tevlihevîya wê ye.”

Fêstîval bi  prêmîyêra Alêksêy Lêonov : «Fîlma erşê ezmîn hundurda” ser hevda hat.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button