Nîkol Paşînyanê li Samarqendê tevî civîna orgnîzeya hevkarîya Şanhayê bibe
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê 15-16 ê îlonê li bajarê Ûzbêkîstanêyî Samarqendê çawa mêvan beşdarî civîna organîzeya hevkarîya Şanhayê bibe.Derheqa wê yekêda Armênprêssê li ser hîmê nivîsara facebook da, ya berdevkê serokê Ûzbêkîstanê Şêrzod Esedov, ragîhandîye.
Ewî nivîsîye, wekî ji 15-a hetanî 16-ê îlonê serokên 15 welata wê beşdarî civîna organîzeya hevkaîya Şanhayê bibin.
Esedov daye dîyarkirinê, wekî wextê serokatîya Ûzbêkîstanêye nava organîzeyêda guhdarîya hîmlî hatîye danînê li ser qewînkirina tevgirêdanên êkonomîkî û kirîn-frotanê, hevkarîya senayî û usa jî berfirehkirina tevgirêdanên transportê.
Xêncî serokê Ûzbêkîstanê wê usa jî tevî civînêbin serokê Rûsîyayê, serokê Çînistanê, serokwezîrê Hindistanê, serokê Qazaxstanê, serokwezîrê Pakîstanê, serokê Qirqizstanê, serokê Tacîkstanê.
Çawa dîtindar serokê Bêlarûsê, serokê Îranê, serokê Mongolîyayê wê beşdarî civînêbin.
Çawa mêvan wê usa jî beşdarî civînêbin serokê Tirkîyayê, serokê Adirbêcanê û serokê Tirkmênistanê.